E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
Çok Okunanlar
- Gerçek bombacı serbest
- Selimiye Kışlası'nı PKK mı ıskaladı?/İbrahim Karagül
- HPG'den çatışmalara ilişkin açıklama
- Bismil'de 10 bin kişi HPG gerillası için yürüdü
- Türkiye'deki rütbeliler köşe oldu!
- Buldan: Eşimi Devletin Öldürdüğü Açık, Ergenekon Davasına Müdahilim
- Yanındakini de öldürecek
- Bir tuhaflık var/Ahmet Altan
- 28 Şubat'ın aktörleri şimdi nerede?
- Ergenekon'un 'kilit ismi' Veli Küçük konuştu
Gaza xwezayî a ku li başûrê Kurdistanê derdikeve ê bibe alternatîfek nuh ji bo welatên cîhanê û her weha dê bibe reqîbek ji bo welatên wek Îran û Erebîstana Siûdîyê li rojhelata navîn.
Civîna navnetewî ya bi navê Areneya Enerjîyê dûhî li Îstenbolê dest pê kir. Di vê civînê de diyar bû ku gaza xwezayî (suruştî) ya ku li başûrê Kurdistanê derdikeve ê bibe alternatîfek nuh ji bo welatên cîhanê û her weha dê bibe reqîbek ji bo welatên wek Îran û Erebîstana Siûdîyê li Rojhelata Navîn.
Di vê cîvênê de cîgirê musteşarê enerjîyê ê wezareta derve ya DYA-yê Matt Bryza jî amade bû û hin agahiyên balkêş li ser gaza Kurdistana Federe dan.
Bryza di civînê de wisa axaft destpêkirina ji bo derxistina gazê li bakurê Îraqê ji bo me gelek girîng e. Her weha ji bo me gelek girîng e ku ev gaz di ser Tirkiyeyê re ji bo welatên cîhanê bê belavkirin û bê firotin. Heke ev proje ji alî DYA, Tirkiye û Îraqê bê pejirandin dê xerîteya stratejîk lê herêmê bê guhertin.
i aliyê din ve Matt Bryza, wezîrê enerjîyê ê tirk Hilmi Guler û berpirsên iraqî ên enerjîyê li ser vê mijarê ê evroj bên cem hev.
Tê ragihandin ku Tirkiyeyê hîn ji salên 90-î li ser projeyeka wisa bi rejîma Baas re li hev kiriye. Lê ji ber ambargoya Neteweyên Yekbûyî heta îro jî ev proje pêk nehatiye. Lê tê ragihandin ku Tirkiye di projeyeke wisa de naxwaze hukumeta Kurdistana federe jî wek biryardarên projê bê qebûlkirin, ew dixaze hukumeta merkezî biryardar be.
peyamner



Güncel