E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
Çok Okunanlar
- PKK vuruyor, ancak istediğini elde edemiyor/Mehmet Ali BİRAND
- Obama Kürt devletini kurdurur /Serar Turgut
- Gerilla TV yayına başladı
- Biz Dört Bacıydık..! /Şerif Kaplan
- Bir kardeş dağda biri askerde!
- Sanatçı Brader gözaltına alındı
- TOPAL OSMAN’DAN ERGENEKONA/Sadık Varer
- Mardin'de sağ yakalanan iki gerilla kurşuna dizildi
- HRW: Zelâl, Bermal ve Abdurrahman helikopterden atıldı
- Bitlis'teki çatışmada 5 korucu öldü
Her rêwîtî jî di hundirê xwe de gelek tiştên ne zelal vedişêhre. Ez û hêviyên xwe jî Carek din emê di trênek navnetewî kevin.
Rêwîtî / Hasan Deniz
Dema stasyonek trênan an jî otobosan an jî balafirgehekê dibînim dilimên dişewite.
Her sê cîh jî, her tim min dixe nafa gûmanên ji hevqetandinê. Veqetan! Belê veqetanên ku carek din mirov nagihêjin hev. Min ditirsînin ev her sê cîh jî. Tirsek ku ez nizanim çawa bînem ziman.
Gelek evîn û hêvî li van deran tên perçekirin. Gelek kes jî bi hêviyên mezin dikevên rêyên bê dawî.
Her rêwîtî jî di hundirê xwe de gelek tiştên ne zelal vedişêhre. Ez û hêviyên xwe jî Carek din emê di trênek navnetewî kevin.
Gavek din emê di nava bajarên, navçeyên û gundên navê wan nizanin derbasbibin. Her der û dor ji me re xerîbe. Ne em wan dera nazdikin û ne ew me. Ne em bi zimanê wan zanin û ne ew bi yê me. Baranek dibare ku bandora xwe li hemû deverên kiriye.
Ez êdî dûrî welatê xwe me....
Bi sedan hevalên min li wê derê man. Nûçe tên carek din nûçeyên mirinê. Mirovek bi sedema lehiyê jiyana xwe ji dest daye. Her ku diçe baran pirr dibe. Mîna tu devê kûza ji şor ve berşêrî ser erdê bike.
Li stasyonê jî mirov li bin guhên hev dikevin. Ez jî hêdî hêdî bi ber trêna ku ezê li sarbibim diçim. Bi çavek xerîb li der û dero xwe dinêhrim. Dema ez li trêna Paris ê sarbûm saet: 16:42 deqqe bû.
Ez hîn tiştên tevlihev difikirîm trên hêdî hêdî bi rê ket. Min hêviyên xwe dan alîkî û min bi cavê xweyî bêkes li hemû rêwiya nêrî.
Her rêwiyek ji rengekî bûn. Cihana wan cûda bû. Di be ku wan jî mîna min hêviyên xwe danîbûn aliyekî.
Her rêwîtî hêviyek nû ye. Di her rêwîtiye de jî her tim an êş an jî evin hene...



Güncel