E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?

Hozanê grekîyan ê antîk, dîroka mirovahîyê de ew kesê ku mohra xwe li wêjeya cîhanê xistîye Homeros’ê navdar e. Ji berê zayînê hetanê îro hîn jî bi nav û deng e. Homeros’ê ku Nûnerê wêjeya kilasîk a cîhanê ye, her weha di dilê gelê xwe de jî xwedîyê rûmetek rêzdare. Åžahesera wêjeya kilasîk, dasîtana ‘İlyada û Odysseia’ berhemek ji aferîndêrîya wî ye. Ev çend hezar sale nehatiye jibîrkirin û di wêjeya kilasîk a cîhanê de wê her dem bi rêzdarane bê bîranîn.
Victor Hugo ji bo Fransîyan, William Shakespeare ji bo Îngilîzan tê çi wateyê, Homeros jî ji bo Grekîyan ew e. Van rûmetana bi qasê ku di dilê gelên xwe de bi cîh û warin, bi berhemên xwe ji wêjeya cîhanê re jî xwedîyê rûmetên rêzdarin. Ji ber vê yekê di jîyana gelan de xwedî lê derketina li rûmetan weyna xwe bi giringî heye. Jixwe ew gelên ku li rûmetên xwe xwedî derketine di warê çand û hunerê de pêÅŸketî ne. Dijberîtî paÅŸdemayîn e. Jana gelê kurd di vê warê de bê parbûn e.
Em çima weha ji hemû rûmetan bêparin, ma qey em qet nexwedîyê rûmetanin? Ji ber ku ‘‘Evdalê Zeynikê’’ wek Homeros’ê Kurd tê nasîn ez rastê amadekirina belgewarek hatim; Rojnamevan û nivîskar Bülent Gündüz lêkolîna xwe ku ÅŸopa Evdal bi belgewarî lêbigere ji Parîs’ê derkete Serhedê, min jî xwest ku ez alîkarî bidim wî, beÅŸdarê vî xebatê bûm. Ji bo lêkolîn û kêÅŸwerîya liser navê çand, huner û hozanên herêmê ku ji walîyê Erzirom û Agirî’yê destûr standin ÅŸûnde me berê xwe da bajarê Wan’ê. Me ekîba ku ji Stenbol’ê tên derhênerê deng û dîmen jî tê de sê kesan ji balefirgehê hilda û em çûne ÅŸaredarîya Wan’ê. PiÅŸtî serdanê li Navenda Çanda Mezopotamya hevnasîya bi dengbêj Gazin û vegotina domdarên NÇM’yê keça Wan’î a bi navê Axîn re me bi dilovanî dilÅŸayî û xemgîniyê xwe bihev re parve kir.
Dengbêj Gazin, bi awazên xwe yên ÅŸewat wek qirik zengil gilî, gazin û lomê xwe ve, Axîn bi germîya serhedîyan bi nirxa ÅŸîroveyên liser jinê ve xemgîniya xwe bi me re parve kir in. Her çiqas bi hindek kêmasîyên ferasetî hebin jî lê dîsa Wan ji ber taybetmendîyên nirxdar di serhedê de cîhê xwe yê baldar ve dilÅŸa ye. Ez dikarim bêjim mêvanperwerîya kurd nimînandina xwe bi domdar û berpirsîyarên NÇM’ê ve di Wan a Serhedê de bi nîÅŸanî bû.
Çîya û zozanên Serhedê tu dibê bi lihevkirî rikane daketinê Behra Wanê, behra bê pêl û bê deng bi kela wêran ve gihîÅŸtiye bajêr. Bayê awazên Evdal ji çîya daketîye deÅŸta bajêr bi Gazin’ê ve bûye nalîn, bi Axîn’ê ve tu dibêjî qey bûye kul û keser û di dilê gelê xwe de li mîrate û berateyan digere. Ji ber xemgîniya dilreÅŸbûnî ez bixwe û xwe jixwe dipirsim. Lê ka ez li çi digerim? Ka ‘Axa Maran’, Ka ‘Ax Tamara’ anjî ‘Girava Akdamar’. Her yek bi çîrokên xwe yên efsanevî ve xemilîne. Di nav van hêstên reÅŸbînî de ez li Bülent dinihêrim û di dilê xwe de biÅŸêwrim, dibe ku mirov di ava ÅŸêlû de jî masî bigre, va îradeya ku bê ravedan çima nebe! Evdalê ku ev sed sale di vê welatê wêran de bê mîrat û berate ye, lê hîn jî bi nav û deng e. Hîn ji hozan, ÅŸaîr û nivîskarên herî navdar re çavkanîya best jê wergirtinê ye, hîn jî ji dengbêjên Serhedîyan re direfÅŸa xelatane. Ji ber ku Bülent xwe li vê tîrêjê girtîye û diçe hêvîdarim ewê projeya xwe de biser keve.
Zargotina ku Evdal pêre bi mijûl e, taybetmendîyek kurdane, dengbêj û ÅŸaîrên Serhedî vî karê bi cîh anîne û her weha pîrê wana jî Evdalê Zeynikê ye. Dengbêjîya demê de tu amûrsaz nîne, dengbêj tenê bi serê xwe bi awazên xwe orkestrayên bi yek kesan in. Zivistanên Serhedîyan de, serma û seqema ÅŸevên dirêj bi çîrokên dengbêjan dixemile.
Di wêjeya kurdî de dengbêjîya ku ji klasîkên kurdî tê pejirandin, zargotina ji dîroka demê ye. Nemaze hemû formasyonên civatê û bûyerên balkeÅŸ bi saya vê kevneÅŸopîyê bûye çavkanî û hetanê roja îroyîn jîyaye. Ev beÅŸa ji wêjeya kurdî hîn jî bi nûnerên xwe yên demê ve li hember amûrên teknolojîyê berxwedêr e. PaÅŸê ezê bi baldarî li ser van nûnerên dengbêjîya dawîn rawestim.
Ji bo amadekirina belgewara liser jîyana Evdalê Zeynikê rêya ku em diÅŸopînin segoÅŸeya Erzirom, Agirî û Wan’ê de Serhedê seranser dorpêç kiriye. Li Bazîdê Qesra Îshak PaÅŸa, Tirba Ehmedê Xanê, xweza û zozanên Serhedê bi mirêsa Çîyayê Araratê mezin û biçûk ve rewneqdarane xemilîye. Bi alîkarîya nivîskarê Bazîdî Nîhat Gultekîn ve resîtala ku dengbêjên Bazîdî ji kilamên Evdal li hemberê Qesra Îshak PaÅŸa bi dîmenên wî ve dan bêhempa bûn. Kela ElaÅŸgirê, ji cîh û warê Surmelî Memed PaÅŸa kilamên Evdal bêhn didan.
Bi hatin û çûyîna deÅŸta Tûtaxê hetanê gundê Cemalwêrdîya ku Evdal ji dayîk bûye bi dîmenên çîyayê Sîpanê Xelatê hatiye xemilandin. TemaÅŸekirina bi çavên Evdal ve li van xweÅŸikîyên Kurdistanê mirov wek efsûnîbûn dibe. Li ser ÅŸopa Evdal fehm dikim ku wî çima ji çîya û banya, teyr û tûyan, rewil û çolan re kilam gotiye!...



