Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 740 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image

Wê rojê, Heco pêÅŸwazîya min kir.

Ya rastî, min û Heco, me  hevdu nasnedikir. Hevalekî ji Batmanê, nav, navnîÅŸan û telefonê Heco dabû min. Ji ber vê hindê, em bûbûn heval.

Em nêzikî deh deqîqan meÅŸîyan û çûn li derveyî Qehwexaneyekê, li ser kursîkên biçuk  rûniÅŸtin. Heco li camê xist û nîÅŸana du çayan da hundir. Ji hêlekê da,  halê min dipirsî, ji hêla din ve, tûtin dipêça. Heco, bi tilîyên xwe yên zirav, tûtina Bitlîsê bi hunerek mezin ewqas baÅŸ dipêçand ku, ez metel mam.

Pirr jar û xemgîn xuya dikir...

Ez bi gelemperî, bi henekan dest bi axaftinên xwe dikim. Min disa wisa kir...

Çavên min li navê qehwexaneyê digerîyan. Lê min tu nav li ser camê û dêrî nedit.

‘‘Heval! Navê vê qehwexaneyê çi ye?’’

“Bira, welle ez jî nizanim. Hevalekî berî pênc-ÅŸeÅŸ rojan vekir, ez bawerim lewma hina bê navê.”

‘Ez navekî bidim vê qehwexaneyê. Bila, navê vira bibe Dîwan a VIP.’

Em bi hev re kenîyan. Lê disa jî, rewÅŸ û bêkêfî ya Heco li ber çavan diyar bû.

Çay û çixarê, tama devê min kiribû wek axû. Min dixwast, berê Heco dest bi mijar a hatina min bike. Lê nedibû.

Mijar a hevdidîtina me, li ser jîyan a Beko bû. Wê gave, li gora têgihîÅŸtina min, Heco wek nedixwast behsa mirina bira yê xwe bike. Min jê pirsî: ‘Heval, eger tu naxwazî an jî ne amede ye, em ê rojek din werin cem hevdu. Nabe?’

“Na na! Nabe, min bibaxÅŸîne.”

PaÅŸê, ji çixara xwe nefesek kûr kiÅŸand û wiha dest bi axaftina xwe kir:

“Wan salan, êdî Batman, ne Batmana berê bû. Cîranî, xizm û hevaltî hatibû terk kirin û jibirkirin. Gelê Batmanê, bi hevdû re bûbûn wek dijmin û neyar. Silav û rûmet, hema-hema bi temamî hatibû wek qedexekirin. Mirovatî, wan rojan, wek îro, li tax û kolanên Batmanê carinan bêpere, car caran jî, erzan erzan dihatibû firotin. Lê dîsa jî, jîyan kulek kulek didomî. Roj, roja înîyê bû. Ezman, hêdî hedî tarî dibû û rojê jî, êdî rengê xwe digûhêrand. Wê êvarê, ÅŸênî û qerebalixek li kolanên Batmanê xuya dikir. Gelan, xwe amede dikirin ji bo dotira rojê, roja NEWROZ ê. Ji xeynî Xwêdê, kê û çawa bizanîba ku, bira yê min Beko, ê li wê Newrozê, were kuÅŸtin..”

Disa bi destî xwe li camê xist û nîÅŸan a du çayên din da xwedîyê çayxanê.
 
“Beko, wê êvarê, ji her tiÅŸtî bêxeber, bi pêyan vedigerîya mala xwe..
Li quncî kolanê, hevalê xwe yê berê, Sado Xoce dibîne. Sado, bi otomobîlek spî, bi hêz derbas bûye. Beko, di pê Sado wiha qîrîyaye:

“Lo bênamûsî bênamûsooo!“

Û paÅŸê, wek herdem, nifira xwe ya bi navûdeng anîye zimên û wiha dubare kirîye:

“Ey Ezraîlê Ezîz! Êdî were, ez heyrana bejn û bala te. Were, berê dayika Sadullahê bênamûs, paÅŸê jî dayika min li te xweÅŸ û helal be lo!”

Heval, li gora bihistina min, Sadullah, berî çend salan, ji bo sedemek de dîyar, navê Beko daye hêzên Hîzbullahî. Wan jî, Beko revandine û bîst rojan binçavkirine. Tu kes nizane çi anîne serê Beko. Lê ya ku hatiye eÅŸkerekirin, Beko xanîyê xwe firotîye û bi wê yekê canê xwe xelas kiriye û hatiye berdan. Ev bihîstinên min  rastin an na?

“Erê, hemî rastin. Beko û Sado (Bekir û Sadullah) hevalên hevdû bûn. Li kolanên Batmanê bi hevdû re mezin bûbûn. Hevaltîya wan, heta bist salî, bi awayekî biratî berdewam kiribû. Êdî wext, wexta çûyîna leÅŸkerîyê bû. Di heman salê da, me li Biharê Sado, li Payîzê jî, Beko oxir kiribû.”

Sado, berê dihere Sîwasê, paÅŸê jî wî diÅŸînin sinorê rojhilat a Kurdistanê. RewÅŸ û xeberên wî, wek dilê Beko herimandîye. Êdî Sado jî ketibû nav ÅŸerê qirêj û ÅŸerê biratîyê.

Beko, lewma bêdil çûye Manîsê.

Wan rojan, Beko ji birayê xwe Heco ra, wiha gotîye:

“Keko! Ezê herim. Eger dewletê, wek Sado ez ÅŸandim rojhilat yan jî BaÅŸûr, welle ezê birevim. Tu kes nikare min bike  neyarê xûÅŸk û birayên min. Helbet li hemberî welatekî bîyanî ÅŸerek biqewime, hingê xwîna min xweÅŸ û helal be. Ezê ji bo welatê xwe, ji dil û can da ÅŸer bikim. Lê qet naxwazim bibim qetîlê gelê xwe.”

PiÅŸtî wê axaftinê, di navbera herdû birayan da, bêdengîyek çêdibe. Heco, birayê xwe baÅŸ nasdikir. Demekê kûr kûr difikire. PaÅŸê, destê xwe davêje ser milên Beko û wiha dibêje:

“Birayê min! Ez qurbana çavên te yên reÅŸik. Helbet nebe dijmînê gelê xwe. Lê revê jî nîne bîra xwe. Rev, ne karê mirovên camêr e. Li kuderê dibi, bila bibe. Herdem bi xwe bawer û zîrek bijî. Hingê tu kes nikare te bixapîne. Eger rojekê, tu neçar bimîne, destî xwe deyne ser dilê xwe û biryara xwe hingê bide, ne niha. Xwêdê mezine lo! Belkî jî te biÅŸînin bajareki din, wek Istanbolê yan Enqerê..”

Ê berdewam bike...

Mam Recall / U.S.A.
mamoste.kart@yahoo.com                                                            
 
             

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.