E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?

…
Canoo hûn jî yek bin hatin
Hewar û feryad in
Ev xan û xebat in
Hatin hatin hatin
Ev stran di mêjiyê min de, em çûn ba bilbilê rojhilata navîn Aramê Dîkran. NexweÅŸ bû. Emeliyateke giran derbas kiribû. Ji bo daxwazên derbasbûnê, wekî rêveberên du saziyên Kurd, Komeleya Nivîskaran û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, emê biçûna serdana Aram.
Xaniyê Aram li taxa Dîclekentê bû. Wî xanî ji xwe re nû kirîbû. Hozanê mezin biryar dabû ku ji vê û ÅŸûnde li amedê bimaya. Ji ber vê jî xaniyekî nû peyda kiribû. Ev tê vê wateyê ku hozanê mezin ji vê û ÅŸûn de li Amedê bijiya. Bi rihetî biçûya derve û cardin bihata Amedê. Wê karibûya mêvanên xwe, dost û hevalên xwe li daîreya xwe biezimanda. Berî ku ev daîre bistanda li mala Mehmed Uzun ya berê de demeke dirêj ma. Ji ber vê jî me berê xwe da taxa mala hemrewatê. PiÅŸtî ku hevalê wî bi me re têkildar bû navnîÅŸaneke nû da me.
Rasterast em çûn kata sisêya ber daîreya Hozanê mezin. Me pêlî zîlê kir. Lê çend dem bihurî ji malê deng nehat. Hindik mabû ku em vegerin ku dengê derî ji hundir hat.Derî vebû. Mamosteyê mezin li hemberî me bû. Li paÅŸ derî mîna ku xwe veÅŸartibû. Di vê derê de xwe ji cereyanê bayê de diparast. Ji hatina me haydar bû. Ji ber vê jî nepirsî. Bes got “zû derbas bin zû, ez nikarim li ber bê bisekinim”
Em bi lezgînî derbasî salonê bûn. Alav û tiÅŸtên hundir nîÅŸan didan ku avahî nû bû. Her kes ji xwe re li ciyekî rûniÅŸt. Ciyê ku ez mijûl kiribûm ciyê mamoste Aram bû. Ez rabûm. Hozan hat ciyê ku tim rudinê de rûniÅŸt. Sedemên vê yekê got. “Ev der ba lê naxe. Ez li ber ba nikarim rûnim. Pê nexweÅŸ dikevim.”
Me hevdu da naskirin û pirsîn. Em pênc kes bûn û heta niha jî yek kes ji me ev qas nêzî Aram nebûbû. Lê germahiya hevaltî, heyecana sobeta me te digot qey em sed sal e wek dost û bira em hevûdin nas dikin. Hevaltiya welatî tiÅŸtekî wisa bû. Em neyên cem hev jî, em hevûdin ji nêz ve nas nekin jî, bi dilê xwe, bi mêjiyê xwe em hevdu mêj ve nas dikin.
Di vê rewÅŸê de sohbeta me berdewam kir
Hozanê mezin jiyana xwe ji me re vegot. Dê û bavê wî ji vir, ji Amedê koçî binxetê bûne. Wî li wir, li QamiÅŸloyê mezin bûye. Dê û bavê wî hezkirina Kurd û zimanê kurdî temî wî kiriye. “Tu carî xwe ji gelê însanên Kurd dûr nehelê” gotine. Hozan ser vê gotinê meÅŸiyaye û hatiye îro.
Hozan, zimanê ku zane ji me re rêz kir: Ermenkî, Kurmancî, Soranî, Tirkî, Erebî, Yewnanî, Rusî û piçekî jî Elmanî. Xeynî Elmanî û Rûsî zimanê din de stran jî dibêjî. Di nava van zimanan de di dilê xwe de ciyê zimanê Kurdî ciyek zahf watedar girtiye.
Hevalê Azad pirsî “Mamoste Aram wexta ku tu stranan dibêjî tu çi hîs dikî?”
Hozanê nemir, “Wexta ku Kurdî distrêm diya min tê bîra min. Wexta ku bi Ermenkî dibêjim qirkirina ermenan tê bîra min”
Li mal tenê bû. Xanima Hozan çûbû sûkê. Ji bo ku hin diyarî bigirta neviyên xwe. Mala Aram li Atînayê bû. Ji ber ku hozan dê biçûya Yewnenîstanê, wek malbatî di nava amadehiyê de bûn. Yek neviyên wî dê weftîz bibûya. Hozan peyva weftîz dernexis. Mamoste Aydin xwe avête nav “yaw yanê sinet ha!” Me fêm kir.
Min got “Kak Aram te niha emeliyatek derbas kiriye, balafir ji te re baÅŸ e?”
Hozan niÅŸke ve got “na” û ser pirsa min de zêde nesekinî. Çend deqe ÅŸûnde pirsa min diqata wî kiÅŸand. “Wele pirsa te serê min de ÅŸikek derxist. Ka em bipirsin” Rabû qerta bijîÅŸk anî. BijîÅŸk Fikrî Kûtlay bû. Ez bi telefonê geriyam. Min ji bijîÅŸk re pirsî. BijîÅŸk ji bo seyehata Aram tu astengî û talûke tuneye got. Hozan bêhneke rihet veda.
Hevalên me jê re pirtûk anîbûn. Wana pêÅŸkêÅŸî Hozan kirin. Min jî helbesta Mehmet Kurhan dayê. Çend hevok çîroka Hediyê, an jî TekoÅŸîn jî min jê re got. Min behsa Mehmet Korhan, bavê ÅŸehid TekoÅŸîn, kir. Gelek hestiyarî nêz bû. Û min xwesteka M. Kurhan jê re got. Kurhan ev helbesta bi taybetî ji bo stran amade kiribû. Aram li kaxiza helbestê re nihêrî. Helbest xweÅŸ bû û ji dil hatibû nivîsandin. Çend deqe ÅŸûnde “Ezê hingiva van helbestan derînim û bikim stran. Ev karê min e. Bi sedan besteyê min hene.” got.
Nava sohbetê de hin tiÅŸt ji bîr kiribû. Vêya hat bîra wî û ji niÅŸke ve rabû. Got “ka ji we yek werin”. Elîxan rabû bi hozanê mezin ra çû metbaxê. Bîske din Elîxan û M. Dewîren ji me re ava fêkiya belav kirin
Bîstek ÅŸûn de xanima Aram jî hat. Me hevdu nas kir. Ji me re çay çêkir. Mamoste Aram gelek kêfxweÅŸ bû. Di nava vê kêfxweÅŸiyê de Ömer sala mamoste pirsî. Hozan derdorê xwe nihêrî û bi dilekî germ û bi rûyekî ken ji me giÅŸiyan re pirsî “Çend salî xuya dikim?” Hinekan gote 80, hinekan gote 65. Min jî got 75. Herkes texmîna xwe nîÅŸan kir ÅŸûnde tiliya xwe ji min re dirêj kir û “ya ev camêr rast e, heftê û penc salî me”
Hozan bi heyecan bû, hozan bi coÅŸ bû. Hozan qet wexta mirinê de nebû. Çavê wî, dilê wî li ser cumbuÅŸa wî bû. Destê wî de helbesta Kurhan hebû. Kî zane dibe ku mêjiyê xwe de strana Hediye çêkiribû jî.
Ew gerilaya stranê bû. Ew aÅŸiqê gelên rojhilata navîn bû. Ew sîstema konfederalizmê di xwezayibûna xwe de afirandibû.
Sala hefteyî de Serok ji bo dengê Aram gotibû “ev deng bila qut nebe” û ew deng bi saya tekoÅŸîna azadiyê qut nebû hê jî di dilê milyonan de deng vedide.
Ji ber vê jî ARAM nemirî ye.



