Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 114 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031

image

Serokê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî Pîrozbayîya bîranîna 109 salîya rojnamevanîya kurdî û derkevtina rojnameya Kurdistan kir.

Rojnameya Kurdistan a ku ji alîyê rewÅŸenbîr û xebatkarê neteweperwer Miqdad Midhet Bedirxan ve hat damezrandin, hîmê rojnamevanîya kurdî danî û nîÅŸana nemirîya doza kurd bû.

Serokê kurdistanê pîrozbayîya evê boneya bi nirx û buha kir û ev jî teksta ewê pîrozbayîyê ye:   


Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya bîranîna sed û neh salîya rojnamevanîya kurdî û derkevtina yekemîn hejmara rojnameya
Kurdistan, ku bi destpêka xebata qelemê û bi hîmê bingehînê projeyê rewÅŸenbîrkirina bizava me ya neteweyî dihê nasandin, ez ji dil pîrozbayîyek germ pêÅŸkêÅŸî hemû rojnamevanên kurdistanê dikim û hêvîya serkevtinê ji wan re dixwazim. Bi hêvî me ku ew nerîn û ramanên xwe yên cuda bi qelemên xwe yên rengîn ragihandina kurdî ber bi ragihandinek armancdar ve bibin û peyama rojnamevanîya kurdî bi awayekî bajêrvanî encam bidin û rêmanên rojnamevanîyê li ber çav bigirin û rola xwe ya bi bandor wek desthilatdarîya çarem di diristkirina komela bajêrvanî û raya giÅŸtî de bibînin û kêmanîyên nêv komelê jî bi awayekî ku hemû xebat û pîkolên wan di xizmeta armancên stiratejîyên gelê me de bin, destnîÅŸan bikin. Carek din ez hêvîdar im ku rojnamevanîya kurdî li pêÅŸ bikeve û serbilindî jî ji xwedîyên ewan qeleman re ye, ewên ku milên wan bi milên pêÅŸmergeyên dilêr û qehreman ve bûye û xebat kirine û hemû qelemên azad û wêrekên kurdistanê her li pêÅŸ bin.

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.