E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
Referandûma 12’ê Îlon’ê ji bo sîqalkirina qanûna esasî ye. Makezagona 12’ê Îlon’ê hetanê niha bi dehan car hatiye sîqalkirin ka ji çi re bû derman! Dîsa nizanim bi çend xalên xwe ve diçe referandûmê lê ev qanûn ji serê xwe hetanê binê xwe bi naveroka xwe ya derbiçax û faÅŸîst ve ji prosesê re nabe bersîv. Çimkî bi bingeha xwe ya faÅŸîst û derbiçaxî ve girêdayî liser înkar û îmhaya Kurd hatiye ava kirin. Projeya ku Kurd tune dihesibîne wê çawa ji aliyê wana de bête pejirîn! Eva neheqîyek e. Kurd êdî haydarê van lîstikan e û ji defikan re bi zîz û baldar e.
Boykot biryarek rast û di cîh de ye. Kurd bi vîn û pêÅŸengên xwe ve li dijî vê lîstika AKP û referandûma rûxalî û xapînok derdikeve û boykot dike! Ne erê nejî na, dibêjin em deng nadin! Lê dev ji kovana xwe ya ji bo ‘’Xweseriya Demokratik’’ jî bernadin! Bi coÅŸ û peroÅŸek mezin xwedî li van xwestekên xwe derdikevin! Ka emê çima boykot nekin, va makezagona me temsîl dike, ma qet pozê me naÅŸewite? Ez naxwazim bikevim kûrahîya van gazincan, bisekine ew gelê ku ev qas ket û rabû bila êdî hindek kêrî xwe bê, dimîne kor û ÅŸelafên min wek her deman ezê xwedî li van pîsiyê xwe jî derkevim. Ezê xwedî li ew kurdên xwe yên ku kurditîya ÅŸelaqî û berikgerî dikin jî derkevim!
Di vê pêvajoyê de her çiqas jibo statuyek nû girîng be jî lê ji referandûmê bêtir nîqaÅŸên li ser ‘’Xweseriya Demokratîk’’ divê lipêÅŸ bikevin, dewlet an ji hikûmetê neyê hêvî kirin. Gelê Kurd li gorî ÅŸert û mercên demê bi van bêsiûdîyan ve girêdayî ji bilî pergala ‘’Xweseriya Demokratîk’’ di tu dorhêlan de, ne dikare weyna îradî û ne jî dikare vîna xwe ya azad bi rêk û pêk bike. Kurd ku vê pergalê (Xweseriya Demokratîk) bi divêtinî veneguhêzin jiyanê, dewlet rastiyan tu car ne dibîne û nejî dipejirîne! Hetanê bêçare nemîne rastîyan nabîne. Kurd ku li çand û zimanê xwe xwedî dernekevin, ka dewlet wê çawa pêwistîyan bi cîh bînê? Her çiqas di xizmeta polîtîkayên piÅŸaftinê de be jî destpêkirina weÅŸana bi Kurdî de, encam girtin ji xwestekên ne wek wisa ne?
Gewhera ‘’Xweseriya Demokratîk’’ cara yekem bi destkeftiyê hilbijartina herêmî a 29’ê Adara 2009’an ve ket rojeva gelê Kurd. Serîde kêm zêde tênegihîÅŸtin hebinjî lê hate dîtin ku dermanê xetimînan encax bi projeyên afrîner ên ku pêvajoyan bibersivîne ve mimkûn dibe. Dîsa bi zelalî hate dîtin ku pêdandinên wek; ger hûn pirsgirêkan tim û tim bigewixînin, çareser nekin, emê bixwe û xwe çare lixwe dîtinê de bibîryar bin! Eva tenê biserê xwe ÅŸoreÅŸek e,rê lê vebûniya mejûyê Kurd e. Qalikê bêalternatîfiyan ev car ÅŸikya û roj bi roj her ku diçe geÅŸtir dibe. Ji bo jiyanek rûmetdar divê em nirxa vê bibîryarîbûnê bizanibin.
Bawer dikim êdî em bi destkeftiyên xwe ve, sereke bi ÅŸaredarî, sazî û sazûmankariyê xwe ve dikarin li gorî ruhê ‘’Xweseriya Demokratîk’’ tevbigerin û her weha ji hemû teÅŸqele û tepisandinên pêÅŸerojê re xwe amade bikin. Tevgerîna ji bo jiyanek xweser û demokratîk, tenê biserê xwe serxwebûn e. Gelê me ku ristên xweseriyê bi ÅŸayanî li rêkin, bêguman hewceyî bi dewletê jî namîne. Lewre dewlet ji gav avêtinan re jî neçar dimîne.
Åžaredarîyan de dibe ku akademî jî bêtin amade kirin, beÅŸên ku bikaribin ÅŸênîyê xwe di her warê de perwerde bikin, tenê biserê xwe ne sîyaset, bila akademîyên sîyasetê li partîyan, lê beÅŸên wek aborî, huner çand û çandinî, bi hemû hewceyiyên ku bi jiyanê ve girêdayî di xizmeta xweseriyê de bin da ku naveroka wê bête tije kirin. Her çiqas mînak ji dewletan (Komarên Xweser) hebin jî lê têkildarên mijarê dikarin rewÅŸa xweseriyê li gorî ÅŸert û mercên welatê xwe organîze bikin, bi ruhê wî ve pêketî dikarin xwe bi rêk û pêk bikin.
Belê hikûmeta AKP yê hikûmetek koledar, nijadperest û faÅŸîst e. Divê eva desthilatiya êdî hilweÅŸe. Misogeriya encamî ji bo ‘’Kongra Netewî’’ an ‘’Konferansek Kurd’’ hîn jî ji her demê bêtir hewce pê heye. Divê Kurd êdî rêvebirîyên xwe yên herêmî li gorî ÅŸert û mercên xweseriyê amade bikin.
‘’Xweseriya Demokratîk’’ utopya nîne! Û ne feliqîn e jî. Ji bo seranserê Tirkiye yê hewceyîyek e. Kargeriyên herêm bi herêm pêwistîyek e. Herêmên dinê bi çi navê navdikin ew dizanin lê bi Kurdistanek xweser û demokratîk Komara Tirkiyê rûmetdar dibe.
Bêguman Gelê Kurd 12’ê Îlon’ê de bi nav û dengên xwe ve wê bi serkeftinek mîsogerî, hemû bajarên xwe de tim û tim serfinazbin. Dîsa bi ser sedî 50 dengên xwe ve wê tevahî lîstokan binsergo bike û ÅŸayanî serfirazîyek rewneqdarane be.



