Faşîstan 5 xwendekar birîndar kirin

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930


 Li Zanîngeha Stenbolê, komeke faşîst ku ji 40-45 kesan pêk dihat, li nava zanîngehê 'tekbîr' anîn û êrîşî xwendekarên welatparêz û demokrat kir. Di êrîşê de 2 xwendekarên jin birîndar bûn. Her wiha li Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Ziman (DTCF) a Zanîngeha Enqereyê, piştî pevçûna navbera xwendekarên demokrat û faşîstan, polîsan êrîşî ser xwendekarên demokrat kir û 3 xwendekar birîndar bûn.

Li Kampusa Navendî ya Zanîngeha Stenbolê, komeke faşîst ku ji 40-45 kesî pêk tê 'tekbîr' anîn û êrîşî xwendekarên welatparêz û demokrat kirin. Di êrîşê de 2 xwendekarên jin birîndar bûn. Piştî êrîşê xwendekaran li ber Deriyê Mezin ê Kampusa Navendî ya zanîngê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Xwendekarên ku bi dirûşma, "Beyazit wê ji faşîzmê re bibe gor" li nava zanîngehê meş li dar xist, hatin ber deriyê mezin. Xwendekarên ku dowîzên wekî, 'Bila sator derkeve derve zanist bê hundir, zanîngeh ên me ne', 'Bi li zanîngehan dawî li êrîşên bi sator û çek bên' hilgirtin, bênavber dirûşmên wekî, "Beyazit dê ji faşîzmê re bibe gor", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin.
Xwendekara binavê Dîlan Oguz ku di êrîşê de birîndar bû, tiştên jiyan e wiha vegotin: "Komeke ji 40-45 kesan pêk dihat û diyar bû ku ne xwendekar in, li nava zanîngehê 'tekbîr' anîn û meş li dar xist. Em li baxçeyê zanîngehê rûniştî bûn. Hatin cem me û kufrî kirin û gotin, "Polîsan li Taksîmê çi li we kiribe, em jî dê wisa li we bikin". Piştre êrîşî me kirin. Çek û kêr nîşan didan. Ewlehiya taybet mudaxele nekir. Li nava zanîngehê hatin û çûna di nava fakulteyan de jî qedexe ye, lê yên ne xwendekar in, dikarin bikevin nava zanîngehê. Xwendekar piştî daxuyaniyê belav bûn. Di vê navberê de hate hînbûn ku polîsan li derdora zanîngehê tedbîrên ewlehiyê girtine.
Her wiha di navbera xwendekarên ulkucu li Zanîngeha Enqereyê êrîşî ser xwendekarên demokrat kir û di navbera ulkucuyan û xwendekaran de pevçûn derket. Pevçûn piştî ku polîs ketin navberê bi dawî bû. Dawiyê polîsan bi cop û gaza îsotê mudaxeleyî xwendekarên çepgir kir.
Di mudaxeleyê de 3 xwendekarên çepgir bi sivikî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. 

azadiyawelat

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com