E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
Çok Okunanlar
- Ağrı’da ölen Binbaşı, Silopi kayıplarında jandarma komutanıydı
- Çatışmalar yeniden şiddetlendi, 1 binbaşı öldü
- Cemil Bayık: Güney Kürdistan tarihi sorumlulukla karşı karşıya
- Öcalan'ın kitabının cezaevinde yazıldığı iddiasına yalanlama
- Kürt Sorunu Medyada Özgürce Tartışıldıkça Sıra Çözüme de Gelecek
- 70 yıl önce Dersim’de yaşananlarla yüzleşmek!/Hasan Cemal
- Hitler en nazik yerinden vurulmuş
- Kürtlerin tek bayraklı üniter Türk devletine itirazları var/Memo Şahin
- Yoksa Kürt açılımını da Bahçeli mi yapacak!/Ruşen Çakır
- 'Sahte JİTEM'ciler Tuğgeneralin adamı çıktı!
Goç Der'a Amedê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Sînemayê ya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin li dar xist. Di kongreya ku ji bilî endamê Goç Der'ê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdar bûn de, Serokê Goç Der'ê Parêzer Ahmet Kalkap axaftina vekirinê kir. Kalpak, bal kişand ku koçberiya li herêmê pêk hatî, tevgerek nûfusê ya asayî nîn e, ji ber vê yekê jî gotina 'koçberiya mecbûrî' bi kar tînin.
Kalpak, da zanîn ku tevgera siyasî ya kurd, têgîna 'koçberiya mecbûrî' daye qebûlkirin û wiha dom kir: "Rastiya koçberiya mecbûrî ji pirsgirêka kurd cudatir nayê fikirandin. Ev rastiyek e ku di encama pirsgirêka kurd de, şer derxistiye holê ye. Koçberiya mecbûrî tenê pirsgirêkên civakî bi xwe re neanîn, her wiha pirsgirêkên siyasî, perwerdehî û tenduristiyê jî derxistin holê."
Kalpak got ku qanûna der barê Pêşwazîkirina Zirarên ji ber Teror û Têkoşîna bi Terorê re Derketine holê ya Hejmar 5233, qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiyê hatiye derxistin û ev tişt gotin: "Ev qanûn mexdûran nagire nava xwe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mexdûrên koçberiyê çareser nake. Lewre demborî ye û xelet e. Pirsgirêka koçberiyê dikare ku bi projeyeke hîn cidî, hêjayî mirovan, hêjayî rûmeta mirovan û bi mirovan re bê çareserkirin."
Ji bo rêveberiya komeleyê ya nû jî yek lîste hate nîşandan. Di lîsteya namzetên rêveberiyê de ev kes cih digirin: Abbas Çelîk, Ridvan Yuksel, Dursun Ozdogan, Mehmet Çîçekçî, Abdulmenap Kaplan, Muzaffer Ozdemîr, Sultan Şafak, Sedat Esîn, Yuksel Burtakal.
azadiyawelat



Güncel