'Qanûna Xweseriya Kurdistanê heye'

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930


 Parlamenterê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle li ser projeya ‘Xweseriya Demokratîk’ ku ji aliyê DTP’ê ve hatibû qebûlkirin rawestiya û ragihand ku dema Mustafa Kemal Serokê Meclîsê bûye, di 10’ê sibata 1922’yan de li Meclîsê “Qanûna Xweseriya Kurdistanê’ hatiye qebûlkirin, lê zabit û belgeyên wê demê li Meclîsê hatine veşartin.

 Dîcle ragihand ku di lêkolîna wan de belgeyên 9-11-12’ê sibata 1922’yan hatiye dîtin, lê yên 10’ê sibatê nehatine dîtin.

Komeleya Demokrasî, Hevgirtin û Çanda Kurd (Kurd-Der) li ser projeya ‘Xweseriya Demokratîk’ ku di nav kurdan de tê nîqaşkirin û herî dawî ji aliyê DTP’ê ve hate qebûlkirin, panelek li dar xist. Parlamenterê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle wekî panelîst beşdarî panela ku li Kurd-der’ê hate lidarxistin bû.

Parlamenterê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe de li ser modelên wekî ‘Dewleta netew, federalîzm, konfederalîzm û xweserî’ rawestiya û wiha domand: “Di bin banê NY’ê de ji 200’î zêdetir dewlet hene. Ji nîvî zêdetirê wan, xwedî nifûsa ji 5 milyon kêmtir e. Lê ligel vê yekê 35-40 milyon kurd bê statû ne. Ji Osmaniyê ji 20’î zêdetir dewlet derketin, tenê kurd bê statû man. Lê kurdan tu car bêstatûbûnê û kefenên ku ji wan re hatibû birîn, qebûl nekirin.” Dîcle li ser modelên çareseriyê jî derbirî ku divê modelên çareseriyê li gor rastiyên cîhanê û rojê bin û wiha axivî: “Mesela li Gokçeadayê ji 3 merivan yek kurd e, yek tirk e yek jî rûm e. Ger ku pêkutiya dewletê nebe, kurd dikarin li wir şarederiyê bi dest bixin.”

Dîcle li ser esasên projeya ‘Xweseriya Demokratîk’ jî rawestiya û da zanîn ku ev proje herî zêde li gorî şert û mercên Tirkiyeyê ne û bi esasî jî rihê makeQanûna 1921’an dihewîne. Dîcle, wiha pê de çû: “Dema ku komar hate avakirin, hîn derdor dixwazin ku navê komarê bibe ‘Koma Tirk’ lê Mustafa Kemal vê yekê qebûl nake.” Dîcle agahiyeke balkêş jî ragihand û da zanîn ku di 10’ê sibata 1922’yan de li Meclîsa ku Serokatiya wê ji aliyê Mustafa Kemal ve hatiye kirin, Qanûna ‘Kurdistana xweser’ ku ji 18 xalan pêk tê hatiye qebûlkirin û wiha domand: “Me xwest ku em vê yekê lêkolîn bikin. Lê belê li pirtûkxaneya meclîsê me zabitên 9-11-12’ê sibata 1922’yan dîtin, lê belê ya 10’ê sibatê ku ev biryar hatiye stendin, nedît. Piştre hate gotin ku li Meclîsê dolabek belgeyên veşartî tê de ne heye û mifteya wê dolabê jî tenê li cem Serokê Meclîsê ye. Em ji bo vê yekê çûn cem Serokê Meclîsê Husamettîn Cîndoruk û me got ku em dixwazin wan belgeyan bibînin. Cîndoruk keniya, got ‘ez nikarim wê dolabê vekim’ ji me re.”

azadiyawelat

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com