Enqereyê kil, Şamê kor dike

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
1234
567891011
12131415161718
19202122232425
262728293031


 Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji ber ku li Qamişloyê di pîrozbahiyên Newrozê de 3 kurd ji aliyê polîs û leşkerên Sûriyeyê ve hatin qetilkirin Sûriye şermezar kir. Berdevkê Wezaretê Sean McComarck ji hikûmeta Şamê xwest ku dev ji tundiya li hemberî kurdan berde. Berdevk ji hikûmeta Şamê xwest ku demildest der barê bûyeran de lêpirsînê bide destpêkirin û berpirsiyarên qatil bibîne.

Her 3 kurd roja 20’ê adarê hatibûn qetilkirin. Wek tê zanîn di 20’ê adarê de hêzên Sûriyeyê êrîşî girseya gel ku Newrozê pîroz dikir kiribû û di encamê de 3 kurd hatibûn qetilkirin û 5 jî birîndar bûbûn.

Şermezarkirina hikûmeta Sûriyeyê ya ji ber van êrîşan di cih de ye. Divê ji ber vê bûyerê hikûmeta Sûriyeyê ji aliyê hemû mirovahiyê ve bê şermezarkirin. Lê kurd ne tenê di pîrozbahiya Newrozê ya li Qamişloyê hatin qetilkirin û rastî tundiyê hatin. Di pîrozbahiyên li bakurê Kurdistanê de dîmenê tundiya ku polîs û leşkerên hikûmeta Tirkiyeyê li dijî xwepêşandêrên Newrozê pêk anîn li ber çavan e. Ne însaniyet û ne jî wijdana mirovahiyê wan wehşetan kare tehamul bike. Her wiha bi sedan kes pirtirên wan bi guleyan birîndar bûn. Bi hezaran kes jî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin û kirin girtîgehan. 2 xwepêşandêrên Newrozê ku navên wan Zekî Erînç û Îkbal Yaşar e li Wanê û Geverê hatin qetilkirin.


Amerîka durû tevdigere

Lê hikûmeta Amerîkayê tenê Sûriye şermezar kir. Ji bo qetlîam, îşkence û êrîşên hovane yên ku li Tirkiyeyê pêk hatin tu tiştek nehat gotin. Gelo Amerîka vana nabîne? Na, Amerîka ji her kesî rindtir van bûyeran dişopîne û dibîne. Amerîka durûtiyê dike. Di navbera kurdan de cudakariyê dike û li gorî berjewendiyên xwe helwest diyar dike. Her ku Amerîka derfet dibîne li dijî PKK’ê hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re diyar dike. Nêzîkatiyên Amerîkayê yên li dijî kurdên bakurê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ye.


Hevkariya sûcê Tirkiyeyê dike

Helwestên wisan hevkariya sûc e. Beriya her kesî divê kurd û rêxistinên mafên mirovan vê helwestê bibînin û teşhîr bikin. Mirov mirov e. Kurd jî kurd e. Tundî û qetlîam jî navê xwe li ser e û sûc e. Li gorî hiqûqa navneteweyî û pîvana mafên mirovan kesek, rêxistinek an dewletek nikare van piştguh bike. Bûyerekê bibîne şermezar bike û a din nebîne û bêdeng bimîne. Ji ber vê ye ku Amerîkayê bi vê helwesta xwe xwe aşkera kiriye ku ew ligel qetlîam û êrîşên hov ên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan hevkariyê dike. Jixwe di nav rêxistin û partiyên kurdan de jî vê durûtiyê dike. Di êrîşa dersînor a li dijî PKK’ê de Amerîkayê piştgiriya îstixbaratê bi awayê aşkera da artêşa tirk. Lê têk çû. Di qadan de ligel wehşeta li dijî kurdan jî polîtîkayên şer û tundiya Tirkiyeyê jî bi pîrozbahiya Newrozê têk çû. Ev têkçûn ne tenê a Tirkiyeyê ye. Ev têkçûn bi Tirkiyeyê re ya Amerîkayê ye jî.

azadiyawelat

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com