E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
Gelê kurdistanê gelekî azadîxwaz e. Ew ji bo azadî, serbestî û rizgarîya xwe herdem di xebat û têkoşînê de bûye û giyanê berxwedana li dijî sitem û zordarîyê ji Newroza kurdistanê wergirtiye, ku ew nîşaneka dîyara xebatê ye, da ku hêvî yên me yên dîrokî pêk bihên û bi taybetî rastalîkirina çarenivîsa kerkûkê û deverên dinên kurdistanî yên ku maddeya 140 a destûrê jê re bûye nexşeya rê.
Evroj destkevtên gelek mezin pêk hatine. Ew destkevtana jî weha her ji ber xwe ve û bê qurbanî pêk nehatine. Belkî ew bi xwîna şehîdan, bi dest û zendên pêşmergeyên qehreman, bi rondikên dayikên şehîdan, bi westiyana gelê me, bi ewê rewşa taybetî ya piştî prosesa azadkirina Iraqê û bi hevkarîya bi bandora hêzên hevpeymanan pêk hatine. Ji ber evê çendê divê em hemû alî buhayê evan destkevtan û evê azadîyê bizanin û em bi yekrêzîya hemû hêz û alîyên siyasî û hemû pêkhatan evan destkevtan biparêzin û em karên bi cih ji bo bi serxistina evê ezmona federalîya kurdistanê bikin, ku ew nimûneya jîyana bi hev re ya neteweyî, oldarî, zêveyî û firepartayetî ye. Divê em bi hemû şiyanên xwe ve, sazkarîyan di rewşa xwe de bikin, da ku em li asta qonaxa bihê bin û em bi baştirîn şêwaz xizmeta gelê kurdistanê bikin.
Dubare Newroz û serê sala nû ya kurdî pîroz be û nemirî û serwerî jî ji şehîdên rê ya rizgarîya kurdistanê re bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê



Güncel