Kissenger weha dibîne ku Iraqê ber bi şerrekî demdirêj ve diçe

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930


Wezîrê derveyê berê yê Amerîka Henrî Kissinger hoşdarî da, ku serkevtina Amerîka li Iraqê di evê maweya niha de girçin e (zehmet e) û şerrên nêvxweyîya Iraqê dihêlin ku dema şerr bi giştî dirêj bibe.

Bi tevî evê çendê jî, Amerîka li Iraqê rastî şerrekî hatiye, ku ji şerrê Viyetnamê dijwartir e. Kissinger di şadîmana giramîdarîyê (rêzgirtinê) ya zankoya WASÎDA ya Japanî de got ku ew kelemên li pêşîya serokê Amerîka Corc W. Bûş li ber çavan digire, ku ew li Iraqê rastî wan hatiye. Çimku ev şerr ji yê Viyetnamê dijwartir û aloztir e. Kissinger weha jî da zanîn ku kontrolkirina hemû xaka Iraqê û hemû niştevanên wê jî girçin e.    

Ji bilî evê çendê, surişta yaxîbûyan (isyankaran) û dabeşbûna tivêjeyî ya nêvbera Şî`eyî û Sunneyîyan dihêlin ku pîkolên prosesa aştîya niştimanî ya Iraqê bi ser nekevin. Kissinger weha got: dijwarîyên şerrê Viyetnamê kêmtir bûn.. ji ber evê çendê divê dan û standin bi ewan serkirdeyên çekdaran re bihên kirin, çimku ewana qada şerr kontrol kirine.. divê ev dan û standina han, bi alîkarîya welatên din jî bihê encamdan û alîyên şerr ên nêvxweya Iraqê tê de beşdar bin.. vekişîna me ya ji nişkê ve, yan jî kêmkirina pestan û fişaran dê bihêle ku ajawe û gerebolek mezin û bi tirs di Iraqê de çê bibe.

Peyamner News Agency

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com