Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 17 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image


Wek kesek ji qirna wendayî lixwe mikur têm, dema ku li ser têgiha rewşenbîriya  xwe hûr dibim, çi li hundur, çi li derve heman katê de wek berê jî min gotiye; riha kirina rewşenbîrên kurd ji rewşa ku îro têde ne ye. Hetanê darbeya faşist a donzdê Îlonê ez xortek kurdê şoreşger, sosyalîst himjî  înternasyonalîst bûm. Ji ber ez ditirsîyam ku çepên tirkan ji min re bêjin tu neteweperwerî, min bi şiklek ajodar ji hemû hestên xwe yên netewî tawîz dida. Di wan deman de bi xweristî di navbera tevgerên kurd ên antî kolonyalîst de gengeşîyên dijwar ên bîrdozî, her weha li ser hebûn û tunebûna şert û mercên tekoşîna çekdarî jî nîqaşên sorkirî dihate kirin. Manîdare me qet ji wan pêdandinên Lenîn ku di pirtûka wî ya bi navê “Mafê diyar kirina çarenûsa xweyî a gelan” de dikir jî sûd wernedigirt û van nakokîyên tewş berteref nedikir. Li gorî formatên sosyalîst’iyê çi digot Lenîn; Di şert û mercên kolonyalîzmê de, neteweperwerîya şoreşgerên neteweya serdest, “şovenîzm” e. Neteweperwerîya şoreşgerê gelên bindest da ku bibe “welatparêzî” ye. Me ji neteweperwerîya xwe çima îmtina (dirêxî) dikir hîn jî fehm nakim. Mirov ewqas jî kawikane pê qanîbûn dibe! Dibe ku hinek ronakên me bi tewrek spekulatîfî nêz bibin û bêjin, tu jixwe bigumanba nediketî nakokîyên weha! Na eva ne raste.

Çi Kurd û Tirk hinek şkesteyên xwe ronak dihesibînin dibêjin em ne neteweperwerin û em li dijî her cûreyên neteweperwerîyê ne, ji van şkesteyan ên Tirk ji ber ku rengên xwe zelal nakin pir xeternak dileyzin di xizmeta bîrdoza fermî de ne û nijad perestin. Lê ji van şkesteyan ên Kurd re hûn çi dibêjin? Tenê bi serê xwe ji şelaftiyêjî bêtir, bê zadegan  in û aferîndêriya ji şimşata ‘Kurdên Dewletê’ ne. 

Serîhildêriyên ji 1919 an bigrin hetanê 1938 bi komkujîya Dêrsimê, her ku çi bêhna kurdewariyê jê hatiye hatine pelçiqandin, pêşengên van tevgeran jî tev darve bûne. Ev dîroka kambax 1959 de bi doza 49 an û destpêka rêxistinbûna DDKO yan hûn jî baş dizanin kete qonaxeke nû. Gelê kurd di vê pêvajoyê de ji ber polîtîkayên çewisandî û asîmîlasyonîst ji hemû rûmetên xwe dibe. Êw gelên ku ev qas li dijwariyan dûçar mabe û dîsa jî rabe bêje em birane an ez ne neteweperwerim ez jê fikara dikim. Heyran ma li rûyê cîhanê hima biratî bi te maye? Na, em ne bira ne! Birayê ku ez çiqas serî rakim lêbide, birayê ku zimanê min qedexe bike, her tim li bendî mişextîyê bihêle, êşkence li min bike, zîndanan de birizîne û bikuje ne birayê min e. Li ser navê biratîya dek û dolavî em qet hevdu nexapînin, “em ne birayê hevin.”      

Bi qirna 68 an ve qirna wendayî (78) jî tevde êja em ketin ber bayê şoreşgerîyê, hevnasîya bi formatên sosyalîst, me ji ber bikêrnehatinan xwe ji neteweperweriyê jî şûşt. Ji ber hestên xwe yên ku min li jor qal kiriye dibêjim na “ez neteweperwerek kurdim.” Ka ji kurdewariya min çi maye? Dewletim nîne, zimanêm nîne, rûmetim nîne, êja çi!.. Dibêjî em bûne wek goşt û neynûk, ma goşt û neynûk jihev diqete? Erê gava ku neynûk dirêj dibe ez bi kêrê jêdikim, diqetînim û davêjim!.. 

Neteweperweriya netewa serdest a nijadperest mudaxeleyê bîr û bawerîyê min ên olî jî dike. Senteza “Tirk-İslam” tê çi wateyê? Dîtinên weha firofaş ku veguhere bîrdozek fermî misilmanîya min li kuderê dimîne? Du Tirkên Hesenqelê di navbera hev de bi kurtûpistên liser Kurdan de bi mijûlin, her yek bi awayek dijûniyên xwe dikin, dawîyê de jê yek dibêje; welhasil (bi kurtî) kurd ne misilmanin wesselam.

Çima weha giran windakarim? Ji ber ku em humanîstin loma! Rojhilata Navînê de bi çil milyon şênîyê xwe ve, di cîhanê de netewa herî mezin a bê dewlet, ma di cîhanê de bê dewletbûn li me Kurdan rewa ye? Na, ew mafê ku li hemû gelan rewa hatiye dîtin li me jî rewa ye û ez wî jî dixwazim. Ez ne şayanê tu rûmetanim! çima? humanîstim; ma hima humanîstî deynê stûyê min e? dev jê berde lo!...

 Kurdparêzîya ji destbirakan tim û tim bûye agir û li ser me de barîya ye, ew karesatên ku li me rewa hatine dîtin, em çi zû jibîr dikin. Salên 90’î de ji ber nerîtên faşîzan, dewletê bi polîtîkayên çewisandî tevahî Kurd û Kurdistanê veneguherand dojehê. Ji bo me êdi di malê de jî aramî ne maye. Tu bikevî kîjan qanalê dûçarê dijûniyanî, her yekî jixwe re firoşekek, bîrokratek şelafî û generalek dîtiye û êdî tevdidin. Hela ew sosretên me ku di binê sîwana ronakbîriyê dev davêjin hinek têgihan mirov ji dîn û îmanê dikin.

Îro jî dafikên ku hatine lidarxistin tev di meriyetê de ne. Çi dibêjin; li ser navê vebûnîyan berzikde davêjin: Ez kurdim lê ne neteweperwerim! Her cûre neteweperwerî diçe nijadperestiyê! Lê qet nebixêr ew bîrokratên şelaf û general, roj biroj li hundurê çavên me mêze dikin û çêran dikin. Ji dijûniya şelafan re tu gotinek min nîne lê ez ji firoşekên xwe re dibêjim; lawo, înternasyonalîstiya min a demê li ku mabe, neteweperweriya we jî wê li wir bimîne.

Vebûnîyên wan di serê wan de kambax be, ji bilî tasfîye kirina tevgeran çi tê xwendin. Şûrên xwe bi  Demoqleswarî dîsa kişandin, de DTP yê bigrin, ka ji xwînê bêtir wê çi bikeve kîsê we? Rojên were hûnê di nav wan xwînan de bixeniqin. Erdogan ji Obama tiştek jî nequrufand. De êdî liser cenazeyên keç û xortan rûreşîyên xwe bixwînin. Baykal û Bahçelî jî di van rojên ji agir de ji bo ku ranta sîyasî bidestxin her ku diçin nêvengê dişidînin. Roj wê were dîrokê hemû kirêtên wana pêşandan bike.

Ji azadbûnê rûmettir tu tiştek nîne, gelê Kurd bi hemû rûmetên xwe ve wê berxwebide. Weyna rewşenbîran ji bo rojên weha tengin. “Rêya rewşenbîrên kurd di neteweperwerbûyîna kurd de derbas dibe.” Hêvîdarim ewê nirxa xwe bizanibin.


                                                                                                                            

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (1 Yazılmış)

  • Gönderen sedat, 18 Aralık, 2009 16:54:58
    Sayin Gündüz, Cok hasas bir konuya isaret ediyorsunuz: Kürt milliyetçiligi. Bir yandan bir devleti "Türk milliyetçiligi" üzerinde kurdular. Isi ileri götürüp irkçiliga çevirdiler, ama kimligimizi savunmak, bir "milliyetçi kusur" olarak, yüzümüze vurmaya çalisiyorlar.
© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.