E-bülten
Bu yazıyı beğendiniz mi?
ArÅŸiv
| Pt | Sa | Ça | Pe | Cu | Ct | Pa | |
|---|---|---|---|---|---|---|---|
| 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | |||
| 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 | |
| 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 | |
| 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 | |
| 27 | 28 | 29 | |||||

Serokê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî Pîrozbayîya bîranîna 109 salîya rojnamevanîya kurdî û derkevtina rojnameya Kurdistan kir.
Rojnameya Kurdistan a ku ji alîyê rewÅŸenbîr û xebatkarê neteweperwer Miqdad Midhet Bedirxan ve hat damezrandin, hîmê rojnamevanîya kurdî danî û nîÅŸana nemirîya doza kurd bû.
Serokê kurdistanê pîrozbayîya evê boneya bi nirx û buha kir û ev jî teksta ewê pîrozbayîyê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya bîranîna sed û neh salîya rojnamevanîya kurdî û derkevtina yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, ku bi destpêka xebata qelemê û bi hîmê bingehînê projeyê rewÅŸenbîrkirina bizava me ya neteweyî dihê nasandin, ez ji dil pîrozbayîyek germ pêÅŸkêÅŸî hemû rojnamevanên kurdistanê dikim û hêvîya serkevtinê ji wan re dixwazim. Bi hêvî me ku ew nerîn û ramanên xwe yên cuda bi qelemên xwe yên rengîn ragihandina kurdî ber bi ragihandinek armancdar ve bibin û peyama rojnamevanîya kurdî bi awayekî bajêrvanî encam bidin û rêmanên rojnamevanîyê li ber çav bigirin û rola xwe ya bi bandor wek desthilatdarîya çarem di diristkirina komela bajêrvanî û raya giÅŸtî de bibînin û kêmanîyên nêv komelê jî bi awayekî ku hemû xebat û pîkolên wan di xizmeta armancên stiratejîyên gelê me de bin, destnîÅŸan bikin. Carek din ez hêvîdar im ku rojnamevanîya kurdî li pêÅŸ bikeve û serbilindî jî ji xwedîyên ewan qeleman re ye, ewên ku milên wan bi milên pêÅŸmergeyên dilêr û qehreman ve bûye û xebat kirine û hemû qelemên azad û wêrekên kurdistanê her li pêÅŸ bin.



