Barzanî: Em naxwazin êrisek leşkeri li hember PKK bibe

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 1 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031


Serokê herêma kurdistanê di kongireyek rojnamevanî got: em naxwazin ti karekî leşkerî li dijî PKK bibe 

Serokê herêma kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî doh di kongireyek rojnamevanî de got ku ew naxwazin ti karekî leşkerî li dijî PKK li ser axa herêma kurdistanê bibe û ew naxwazin ku ti alî jî pê rabe. Serokê kurdistanê di kongireya hevpişka bi serokê komara Iraqê rêzdar Celal Talebanî re ya ku li devera Dokan hat sazkirin weha jî da xuyakirin ku daxwaz hene êrîşa ser PKK bihê encamdan, belê da zanîn ku kîjan alî pê rabe ew li dijî evê êrîşê ne. Serokê Iraqa federal jî ji alîyê xwe ve da nîşandan ku ew bi balyozê Amerîka Zalmay Xelîlzade re rûniştine û bendên qanûna petrolê pê re gengeşe kirine. Serokê komarê da xuyakirin ku rûniştina wan a bi Xelîlzade re encamek baş daye û ew dê evan gengeşeyên weha pê re berdewam bikin.    
Di bareya çawanîya bi rêveçûna pîlana Bi Cihanîna Qanûnê û beşdarîya kurdan di ewê pîlanê de, Talebanî got: ji % 70 ji ewê pîlanê serkevtîyane hatiye encamdan.. ev pîlaneka ewledarîyê ye û hêzên kurdan ên ser bi supayê Iraqê ve bi xurtî tê de beşdar in. Di bareya qanûna petrolê jî de serokê kurdistanê Mesûd Barzanî got: ev qanûn temam e, tenê hinek jê maye ku bi cih bihê. Hêjayî gotinê ye ku balyozê Amerîka Zalmay Xelîlzade li evê kongireya rojnamevanî amade nebû. 

peyamner

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com