Barzanî civîna Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê bi rê ve bir

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031


Bi serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mêsûd Barzanî û fermandarê giştî yê hêzên parastina herêmê, civîna asayî ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê hate lidarxistin.

Di civîna asayî ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê de mijara çawaniya veguhastina desthilata ewlekariyê ji hêzên pirnetewe bo herêma Kurdistanê hate gengeşekirin û qala wê lijneyê jî hate kirin ku biryar e li gel nûnerên hikûmeta Iraqê û hêzên pirnetewe, muzekereyek îmze bike ku ji çend xalan pêk te û têkiliyên leşkerî ên navbera Bexda û Herêmê rêk dixe.

Di babeteke din ya civînê de li ser rewşa fermandariya giştî li vekirina badegeh û danana rêznameya navxwe û qanûna fermandariyê hate nîqaşkirin û her weha budceya pêşmerge û yekxistina her du wezaretên pêşmerge û karûbarê pêşmerge û çawaniya tensîqkirinê li gel hikûmeta Bexdayê û hêzên pirnetewe li parastina xelkê deverên qûtkirî li hember êrîşên terorîstî de jî mijarên din ên vê civînê bûn. 
 
 
   
PUKMedia


 


 

 

 

 

 


   
 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com