Hikûmeta Iraqê diheje

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
123
45678910
11121314151617
18192021222324
25262728293031


 Hat ragihandin ku hikûmata Iraqê ya Serokwezîr Nûrî El Malîkî derbeyeke giran a din jî xwar. Piştî vê derbeyê hikûmeta Malîkî bi krîzeke siyasî re rû bi rû ma.


Li gorî agahiyên vê dawiyê 5 wezîrên ku bi serokwezîrê berê yê Iraqê Îyad Allawî re tevdigerin jî dê civînên hikûmetê baykot bikin. Balkêş e ku daxuyaniyên wezîran piştî hevdîtina bi Malîkî re hat dayîn. Wezîrên koma navborî egera veqetandinê pêkneanîna reforman nîşan dan. Tê gotin ku di hevdîtina Serokwezîr Nûrî El Malîkî de daxwaza van reforman hatiye kirin ji ber ku li hev nekirine piştî hevdîtinê helwesta boykotkirina civînên hikûmetê hat aşkerakirin.

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî vê hewldanê dê hikûmet bikeve tengasiyeke mezin. Lê hat destnîşankirin ku hê jî hikûmet peywira xwe didomîne. Zêbarî da zanîn ku hevdîtinên di nav van koman de didomin û di pêşerojê de ji bo van mijaran dê civîneke bilind bê amadekirin.


Piştî vê biryara boykotê di lijneya hikûmetê de wezîrek sunî jî nemaye. Jixwe di hefteya borî de 5 wezîrên sunî yên Eniya Sulhê ya Iraqê ji hikûmetê îstîfa kiribûn. Balkêş e ku bi vekişandina vê komê hikûmet pir neêşiya. Lê bi vekişîna koma duyemîn ya bi Allawî ve girêdayî hikûmeta Iraqê ji binî ve hejand. Ji ber ku di vê komê de ne tenê sunî hene. Ligel suniyan şiî û xirîstiyan jî hene. Di nav vê salê de 17 wezîran ji ber hin egeran biryar dane ku tevî civînên hikûmetê nebin. 

azadiyawelat
 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com