Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 750 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image


Me bi xemgînî bihîst, ku niviskarê Kurd yê hêja Mehmet Uzun îro berî nîvro li Amedê çûyê ser dilovaniya xwe. Em ji bo mirina Mehmet Uzun xemgîn in. Ji malbata Uzun, heval û hogirên wî ra sersaxî dixwazin. Êþa wan, ê?a me ye.

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR-Elmanya


**********************

Pîrozbahi ji bo Cejna Remezanê

Gelî Kurdistaniyan,

Va ye meha rojiyê bi dawî bû û em careke din gîhiþtin cejna Remezanê. Em bi navê Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKARê, cejna hemû Kurdistaniyên Musulman pîroz dikin.

Cejna Remezanê, ji bo gelên Musulman cejna aþitî û lihevhatinê ye. Lê belê, ji bo gelê Kurd, di pêvajoya îroyîn ya girîng û hesas da, vateyeke taybetî ya vê rojê heye. Ji ber ku ji çar aliyên welatê me dengê tank û topan kêm nabe. Dagirkeran hewl didin, ku tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê bifetisînin.

Ji ber van sedeman, gelê me ne tenê ji her rojî zêdetir hewceyê yekîtiya netewî ye. Divê em dek û dolavên dagirkeran vala derxînin. Divê em nekevin dafikên neyar û xêrnexwazan. Ji kijan ol û bawermendiyê dibe bile bibe, endam û aligirê kijan rêxistin û partiyê dibe bila bibe, îro erka her Kurdê welatparêz, di bin yekîtiyeke netewî ya Kurdistanî, bi rê û olaxên aþitiyane bilindkirina berxwedanê ye, li dijî êrîþkeriya dewletên dagirker ya li ser Kurdistana azad tekoþîn e.

Em careke dîn cejna Remezanê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin.

11.10.2007Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (1 Yazılmış)

  • Gönderen mahirex, 17 Ekim, 2007 20:52:35
    ez kji bo mirina uzun pir xemginim.ez malbta wera sebr diaxwezim.dirokede ÅŸuna te heye.
© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.