DYA: Bila gaza Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re bê firotin

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031


 

Gaza xwezayî a ku li başûrê Kurdistanê derdikeve ê bibe alternatîfek nuh ji bo welatên cîhanê û her weha dê bibe reqîbek ji bo welatên wek Îran û Erebîstana Siûdîyê li rojhelata navîn.    

Civîna navnetewî ya bi navê Areneya Enerjîyê dûhî li Îstenbolê dest pê kir. Di vê civînê de diyar bû ku gaza xwezayî (suruştî) ya ku li başûrê Kurdistanê derdikeve ê bibe alternatîfek nuh ji bo welatên cîhanê û her weha dê bibe reqîbek ji bo welatên wek Îran û Erebîstana Siûdîyê li Rojhelata Navîn.

 Di vê cîvênê de cîgirê musteşarê enerjîyê ê wezareta derve ya DYA-yê Matt Bryza jî amade bû û hin agahiyên balkêş li ser gaza Kurdistana Federe dan.

 Bryza di civînê de wisa axaft destpêkirina ji bo derxistina gazê li bakurê Îraqê ji bo me gelek girîng e. Her weha ji bo me gelek girîng e ku ev gaz di ser Tirkiyeyê re ji bo welatên cîhanê bê belavkirin û bê firotin. Heke ev proje ji alî  DYA, Tirkiye û Îraqê bê pejirandin dê xerîteya stratejîk lê herêmê bê guhertin.

i aliyê din ve Matt Bryza, wezîrê enerjîyê ê tirk Hilmi Guler û berpirsên iraqî ên enerjîyê li ser vê mijarê ê evroj bên cem hev.

Tê ragihandin ku Tirkiyeyê hîn ji salên 90-î li ser  projeyeka wisa bi rejîma Baas re li hev kiriye. Lê ji ber ambargoya Neteweyên Yekbûyî heta îro jî ev proje pêk nehatiye. Lê tê ragihandin ku Tirkiye di projeyeke wisa de naxwaze hukumeta Kurdistana federe jî wek biryardarên projê bê qebûlkirin, ew dixaze hukumeta merkezî biryardar be.

peyamner
 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com