Divê em kirdarên Seddam ên li dijî Kurdan ji bîr nekin

Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 0 oy)

Arşiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930



 Wezîra derveya Almanya Margaret Beket di bêjedanekê de ragihand ku piştî çar salan ji êrîşa Amerîka ya li ser Iraqê û pirrbûna dijwarîyê li hinek deverên ewî welatî, ayinde yê Iraqê ne wekî hinek dibêjin ku xerab e, belê ew ji berê baştir e.

Margaret li ser mijara dijwarîyê weha da nîşandan ku pêwîst e her kes bihîne bîra xwe ka rejîma Seddam çi li dijî Kurdan dikir û ew tawanên ku wî dikir li dijî mirovatîyê bûn, belê ev dijwarîya ku niha li hinek deverên Iraqê heye dê di ayindeyê de bihê çareserkirin. Beket di çavpêkevtinekê de bi BBC re got ku ew ne bi nerîna ewan kesan re ye, ewên ku dibêjin Amerîka tenê ji bo nehiştina rejîma Seddam êrîşî Iraqê kir.

Ewê got ku dibe ev yek bi nerîna hinekan gelekî rast be, belê ev tiştekî bê wata ye.    

Margaret di dirêjîya peyvên xwe de weha got: piştî nemana rejîma Seddam xelkê bi pirranî beşdarî di hilbijartinên ewî welatî de kirin.. evaya bê goman e ku yek ji encamên pozetîneyên prosesa azadkirina Iraqê ye.. di bawerîya min de asoyê Iraqê geş e û gelekî ji berê baştir e..

hinek hene dixwazin em wek wan hizir bikin û asoyê Iraqê reş bibînin.. evaya ne rast e.. rast e, niha dijwarî li wir heye, belê divê em ewê dijwarîyê jî ji bîr nekin, ewa ku Seû neteweyên din dikirin.

Peyamner

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

Diğer Haberler

Site Tasarımı: http://www.keditor.com