Bo Rojavayê Kurdistan hevkarî û konseptek netewî pêwîst e!/ Memo Şahin

Kullanıcı Oyu:  / 0
En KötüEn İyi 

Gelek dostên Beşar Esad hebûn û hemû kiryarên rejima Baasê heya ber salekê dipêjirandin. Ev dostên Esad û rejima Baasê bûn. Kîngê ku bayê ku ji Tûnis û Misirê rabû û hat nav Suriyê, ev dost jî ji Esad rû badan û bûn dostên muxalifên wî.



Ev gûhertin ne ji ber wijdan û nirxên însanetiyê bûn, ji cûzdan û maslahetên wan bûn. Berê jî bê wijdan bûn, niha jî her ûsa. Berê jî ji ber maslahetên xwe tevdigeriyan, niha jî.

Ev dostên kevn ya Esad û yên nû ya Ihvanî Muslîmîn (Birayên Misulman) berê li Tûnisê civîyan û dawiya meha Adarê jî li Istanbolê hatin ba hev.

Berî civina „Dostên Suriyê“ Konseya Netewî ya Suriyê civiya û delegasyonek, heyetek ji Encûmena Netewî ya Kurd li Suriyê (ENKS) jî beşdarî vê civînê bû. Lê hêviya delegasyona kurd nehat cih û daxwazan wan nehatin qebûlkirin. „Mêvanên bê dawet“ mecbûr man dawetê biterkînin û şûnda wegeriyan.

Bo çi çûn û bo çi civîna Konseya Netewî ya Suriyê ku di bin sîwana Tirkiyê de pêk hat, terk kirin, hewceyê bersivan in.

1.       Tirkiyê ne tenê dijminê PKK û neyarê alîgir û dostên PKK ye. Rejîma Tirkiyê dijminê hemû Kurdan e, neyarê hemû însanên ku ji wan bêhna kurditîyê tê ye. Ev hesab ne ji Bexdayê lê belê ji Istanbolê vegeriya û carek din jî îsbat bû.

2.       Ger di navbêrê de Tirkiyê nebûya, ihtimalek hebû ku Dostên Suriyê daxwazên kurdan qebûl bikirane. Lê Tirkiyê rê neda ku ev ihtîmal bê cih.

3.       Suriyê serûbin e. Muxalifên Esad ne bi hêz in. Yên ku li Suriyê herî rêzkirî û serhev in, kurd in. Kurd li ser xaka xwe bi organize ne. Dibe ku ne seddersed, lê ji sedî nod (90%) ji aliyê gelê kurd ve tên pejirandin û qebûlkirin.

4.       Heya ku kurd ji hevûdû cûda bin, ji hevûdu dûr bisekinin, wê îhtimal heye ku neyarên kurdan tev bidin û hewl bidin ku kurdan dijî hevûdu bikarbînin. Heya ku ENKS û PYD neyên ba hev û bi hevra eniyek, bereyek di navbera xwe de çê nekin, nikarin yek bi yek para xwe ji Suriyê ya nû werbigrin; ne otonomî an jî xweserî, ne jî sistemek federal û desentral bidestxin.

5.       Rejima Baasê îro li Rojavayê Kurdistanê li qereqol û baregehên leşkerî de girtî ye. Piraniya xaka Kurdistanê di bin qontrola hêzên welatparêz de ye. Ji ber ku Kurdistan di bin qontrola hêzên kurd de ye û kurd dijî rejimê şerê çekdarî nakin, Kurdistan aram e, nebû qada şer û pêvçûnan. Ev jî neyarên kurdan diêşîne, eczdike. Ihtimal heye ku di rojên pêş me de neyarên kurdan destên xwe yên qirêj dirêjî Kurdistanê bikin û hinek provakasyonan pêk bînin. Ev dikarin erişî ser baregehên leşkerî bikin û bixin stûyê kurdan, da ku rejima Baasê êrişî ser gelê kurd bike û tank û topên xwe berde ser bajarên Kurdistanê. Ev nebû, dikarin êrişî grubek ji hêzên kurd bikin û vê bavêjin ser stûyê grub û hêzek din. Bona pêşîgirtina wan provakasonan jî bere, enî an jî hevkariya hêzên kurd her hewce û pêwist e.

6.       Hewce û şert e ku kurd li her alî de haziriya xwe bikin. Ne tenê ji alî siyasî de, her ûsa ji alî leşgerî de jî. Roj hat û êrişek hat ser bajar û gûndên Kurdistanê, pêwist e kurd xwe û welatê xwe biparêzin. Bona vê jî ne suc e ku hinek ji hêzên kurdan bi çek û sileh bin, xwedî grubek parastinê bin. Kurdên ku li dijî „Artêşa Azad a Suriyê“ ku kes nizane, kî ne û çi dikin, dengê xwe nakin û gotinek negatif nabêjîn, pêwist e bo hêz û partiyên kurdan ku hêzek parastinê amade kirine, jî nekin.

Dema di Adara 1991an de Ranya hat rizgarkirin, kes negot çima YNK Ranya bi peşmergeyên xwe qontrol dike. Dema Zaxo û Dûhok ket bin qontrola PDK, kes dengê xwe dernexist û negot çima PDK dest daniye ser wan bajaran. Ev hewce, rast û di şûnê de bûn. Partiyên me xwedî li xak û welatê xwe derketin û rizgar kirin.

Pêwist e kurd li dijî hêzên parastinê ya partiyên kurd dernekevin. Em partiyên din ku ne xwedî hêzên çekdar in, rexne bikin, da ku ev jî haziriya xwe bo rojên pêş bikin û dem hat, xwe û xaka xwe biparêzin.

7.       Dîsa pêwist e ku hêzên kurd bi eşkere xwedî li maf û azadiyên gel û baweriyên din li Kurdistanê derkevin û bo ermenî, asûrî, ereb û yên din re bibin sîwan.

8.       Tirkiyê bi her awayî hewl dide ku pêşiya kurdên Rojava bigire. Ev dizane ku niha deriya Kurdistanê li Rojava vedibe. Tirkiyê dizane ku ger PDK û PKK destên xwe dirêjî hev bikin û li Rojava bi hevra bişewirin, bixebitin, Rojavayê Kurdistan wê bibe xwedî statû û ev jî xewa tirkan direvîne. Pêwist e hemû hêzên welatparêz hewl bidin ku ev herdu hêzên sereke li Rojava bi hevra bixebitin û listikên dewleta tirk pûç û hîç bikin.

9.       Dîsa Tirkiyê dixwaze ku li Rojavayê Kurdistan mintiqayên, heremên parastinê ya tampon avabike û bigre bin kontrola xwe. Plan bo 20 km kûrahî hatiye dayîn. Dema ku ev plan bê bicihanîn, vê gavê piraniya axa Rojavayê Kurdistanê dikeve bin qontrola dewleta tirk. Pêwist e hemû hêzên welatparêz, bi taybetî jî PDK dijî vê plana Tirkiyê derkeve û ji alî diplamasiyê de nerazîbûna xwe eşkere bike.

10.   Êdî dem hatiye û derbaz dibe. Gel rabûye ser piyan û bo mafên xwe yên bingehîn li qadan e. Dem dema azadiyê ye. Dem dema rizgariya Kurdistanê ye. Bona vê jî xeynî bilindkirina sembol û nîşaneyên partî û hêzan, bilindkirina sembol û nîşaneyên netewî û niştîmanî divê. Dem hatiye ku hemû partiyên kurd di bin Ala Rengîn de hêzên xwe bikin yek û bi erkên xwe yên demî derkevin.

Gotina dawî ya Muhammed Riyad el Şakfa, Serokê Birayên Misulman e: “Hinek daxwazên kurdan hene, lê ev ji yên pêkwere gelekî zêdetir in. Em amadene ku hemû mafên wan bidin û didin. Daxwazên otonomî yên hin grûban hene û van daxwazana jî wê Sûrîye ber bi perçebûnê ve bibin. Lê ev ne nerîna hemû Kurdan e. Niha serjimarek pir girîng ya Kurdan di Meclisa me ya Millî de tên temsîlkirin.” (Netkurd, 7.4.2012)

Gotinên Serokê Birayên Misulman û ya Erdoxan wek hev in. Erdoxan jî heman tiştî dibêje: „Me mafên kurdan daye û didin jî. Mafê xweserî, otonomî an jî federalî nabe, zimanê kurdî nabe zimanê fermî û hwd.“

Ger kurd ji wan gotinên Serokê Birayên Misulman ku hên nehatiye ser hukim, dersan dernexin û bi yek dengî dernekevin pêşberî raya giştî, wê wenda bikin. Bona ku kurd wenda nekin û bigêhêjin mafên xwe, pêwistî bi hevkarî, danûstandin û konseptek netewî heye!

 

leftSitede yayımlanan yazılar kaynak gösterilmeden kullanılamaz. Kişi adı verilerek yayınlanan yorum ve yazıların içeriğinden yazarları sorumludur.

Newsletter

E-Mail: